NY: Nêzî 100 milyon dolar pereyê îhtiyadt yê DAIŞ’ê heye

Çeteyên DAIŞ’ê ku li Sûrî û Iraqê careke din xwe komî ser hev dikin, bi qasî 10 hezar çeteyên xwe heye.
NY ragihand ku nêzî 100 milyon dolar pereyê ihtiyat yê DAIŞ’ê heye.

Konseya Ewlekariyê ya NY di rapora ku amede kirî de ragihand, li Sûriye û Iraqê tê texmînkirin hîna 10 hezar çeteyên DAIŞ yên çalak hene.

Di raporê de hate gotin, piraniya DAIŞ’yên Iraqê ye û wiha got:

Şaneyên veşartî yên DAIŞ’ê bi xerac, tecawîz, revandina kesan û fîdye girtinê hebûna xwe didomînin.

Her wiha li derveyî welat jî fînansekirina DAIŞ di aliyê aborî de pêk tê û tê texînkirin bi qasî 100 milyon dolar pereyê vê koma çete yê amade heye.

Her wiha Meclisa Ewlekariyê ya NY jî bi raporekê eşkere kir ku çeteyên DAIŞ’ê û El-Qaîde li Misir, Lîbya, Nîvgirava Erebî, Iraqê û Sûriyê çalak bûne.

Di raporê de tê gotin, çeteyên DAIŞ`ê çolistana Dêra Zorê ji bo êrîşên li dijî QSD û hêzên hikumeta Şamê bi kar tînin.

Back to top button