
Li Efxanistanê, di encama êrîşekê de polîsek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Berpirsekî ewlehiya Efxanistanê ragihand ku, di encama teqîna erebeyeke bombekirî de polîsek hate kuştin û 2 jî birîndar bûn.
Li gorî berpirsê ewlehiyê, êrîş vê sibehê li cihê ewlehiyê ya herêma Nîngerhar li rojhilatê Efxanistanê pêk hat.
Duh jî, teqînek li Kabûla paytext çêbûbû, li wir jî 6 kes hatin kuştin.