ÎHD: Kesên bûn sedema kuştina dîlên artêşa Tirk li Garê divê hesabê bidin

Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) li ser kuştina 13 dîlên ku li Garê ji aliyê artêşa Tirk de hatin kuştin diyar kir ku di operasyona Artêşa Tirk ya Garê de komkujî pêk hatiye û got, ev operasyon di asta sûcê şer de ye.
Leşkerê berê yê artêşa Tirk Yannîs Vasîlîs Yaylalî jî diyar kir ku ji bo Tirkiye têkçûna xwe li Garê veşêre, serî li derewan dide.

Navenda Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) têkildarî operasyona artêşa Tirk ser herêma Garê ku tê de 13 leşker, polîs û endamên MÎT’ê yên di destê PKK’ê de bûn jiyana xwe ji dest dan, civîneke çapameniyê li dar xist.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di civînê de axivî û anî ziman ku ew ji ber kuştina kesên dîl gelek xemgîn in û ew ji malbata miriyan re jî sersaxiyê dixwazin.

Ozturk Turkdogan got ku ew yên bûne sedema kuştina wan kesan divê hesabê bidin darazê û bang kir ku divê ji bo zelalkirina bûyerê lêpirsînek vekirî û serbixwe û bi bandor were birêvebirin.

Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Ozturk Turkdogan di dawiyê de got ku heta doza Kurdan bi rêyên demokratîk neyê çareserkirin dê bûyerên bi vî rengî berdewam bikin.

Yannîs Vasîlîs Yaylalî: Ji bo Tirkiye binketina xwe li Garê veşêre derewan dike

Her wiha duh komandoyê berê yê artêşa Tirk Yannîs Vasîlîs Yaylalî tevlî bernameyeke taybet a telvizyona Ronahî bû û diyar kir ku ji bo Tirkiyê binketina xwe li Garê veşêre, serî li derewan dide.

Komandoyê berê yê artêşa Tirk Yannîs Vasîlîs Yaylalî diyar kir, ew berê ji aliyê Gerîlyan ve hatiye dîlgirtin û paşê hat berdan, lê dewleta Tirk dozek der heqê wî de vekir.

Yaylalî destnîşan kir ku dewleta Tirk ti carî ji bo serbestberdana dîlên xwe yên di destê PKK’ê de neketiye tevgerê, ji ber ew dîlgirtina leşkerên xwe weke tiştekî xirab bi nav dike û herdem dixwaze vî tiştî ji raya giştî veşêre.

Yaylalî anî ziman ku Tirkiye li gorî berjewendiyên xwe tev digere û çawa berê miletê Ermen qir kir, niha jî hewl dide Kurdan qir bike.

Komandoyê berê yê artêşa Tirk diyar kir ku ji bo Tirkiye binketina xwe li Garê veşêre, derewan dike, ku gerîla di dema êrîşa ser Garê de, dîlên artêşa Tirk kuştine.

Back to top button