Serdozgera Giştî ya Badgeha Navneteweyî dê darazekê li dijî Tirkiyê derxe

Piştî ew qas hişyarî, serdozgera Giştî ya Dadgeha Navneteweyî Fatou Bensouda ragihand, ew ê darazekê der barê dagirkirina Tirkiyê bo bakurê Qubrisê de derxin.

Bensouda anî ziman, ew ê berî dema wîlayeta wê ya 16 Tîrmenê bi dawî bibe, darazekê der barê dagirkirina Tirkiyê bo bakurê Qubrisê de derxin.

Endamê Qubrisî li parlamena Ewropî Costas Mavridis li dijî niştecihên Tirkiyê yên li bakurê Qubrisê doz rakiriye rêxistina Shurat Hidden a nehikûmî ya bi ser Israîlê ve.

Rojnameya The Jerusalem Post li ser zimanê rêvebera Shurat Hidden da zanîn ku Fatou Bensouda tevî xwestek û hişyariyan, nêzî 7 salan e peywendiyên girêdayî dagirkirina Tirkiyê bo bakurê Qubrisê paşguh dike.

Shurat Hidden got:

“Hebûna Tirkiyê li sêgoşeya bakurî ya girava Deryaya Spî, niştedagirkirina herî bêfedî ya serdema nûjen e.”

Tê payîn, meha Adarê NY ji bo pirsgirêka Qubris û Deryaya Spî, Qubrisiyên Tirkî û Yûnanistanî tevî Yûnanistan û Tirkiyê li hev bicivîne.

Back to top button