Dîlan Dîrayet Taşdemîr: Têkoşîna jinê wê dawî li feraseta siyaseta mafyayî bîne

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr da zanîn ku HDP’ê hedef tê nîşandayin û got:” Ez neçûm Garê, ev aşkera ye ku angaşt derew e û îftira ye, têkoşîn û piştevaniya jinê wê dawî li feraseta siyaseta mafyayî bîne”.

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr ku Wezîrê Karên Hundir yê Tirkiyê Suleyman Soylû wê hedef nişan dabû, bi komek parlamenterên partiya xwe re li Navenda Giştî ya HDP’ê civîneke çapameniyê li dar xist.

Dîlan Dîrayet Taşdemîr got:

Suleyman Soylû li Meclisê got, ‘parlamenterek çûye’ lê nav neda.

Piştî 4 rojan derket televîzyoneke alîgir û heqaret li partiya me kir.

Di encamê de navê min da, lê tu delîl pêşkeş nekir.

Dîlan destnîşan kir ku Suleyman derew û îftirayan lê dike û ev pirs jê kirin.

Madem di destê te de agahî heye û tu çima li benda operasyona Garê sekinî? Em zanin ku sedemeke vê heye.

Ev yek hewldanek ji bo parastina desthilatdariya xwe ye.

Ji bo vê jî her roj derewan, gotinên bêbingeh, îftirayan li me dike.

Li vî welatî ji bo desthilatdariyê çi tê kirin, çi derew tên kirin em pê zanin.

Parlamentera HDP’ê ya Agiriyê di dawiyê de teqez kir ku îftirayên Suleyman Soylû li dijî jinan hemûyan hatiye kirin û dibêje:

Em van îftirayan weke li dijî têkoşîna me ya jinê dibînin.

Têkoşîna me ya jinê wê dawî li vê feraseta siyaseta Mafyayî bîne.

Ez neçûm Garê, ev aşkera ye ku angaşt derew e û îftira ye.

Back to top button