Yehya Mehmûd: Aliyê gelên Sûrî bi balafirên xwe bombebaran kirin, ne garantor in

Der barê civîna dawî ya Astanayê de, Serokê Partiya Hevbendiya Nîştimanî ya Demokratîk a Sûriyê Yehya Mehmûd diyar kir, çareserkirina aloziya Sûriyê di destê şêniyên wê de ye.

Yehya Mehmûd da zanîn ku civîna Astanayê tu encam bi xwe re neanî, lê belê pînekirî bû û li gorî nêrînên dewletên herêmî ye.

Mehmûd gera 15. a Astanayê bi komployeke li dijî gelê Sûriyê û parçekirina wê bi nav kir û destnîşan kir ku civîna Astanayê hewldana derbekirina hevgirtina civakî ya welêt bû.

Mehmûd diyar kir ku projeya Rêveberiya Xweser ji bo rizgariya gelê Sûriyê nimûneyek e û got:

“Dewletên garantor bi dirêjkirina temenê aloziya Sûriyê re dixwazin barê gelê Sûriyê girantir bikin.

Aliyên gelên Sûrî bi balafirên xwe bombebaran dikin, ne garantor in.”

Back to top button