HPG: Dewleta Tirk bi balafiran êrîşî herêmên parastinê yên medyayê kir

Êrîşên dewleta Tirk yên dagirker li ser başûrê Kurdistanê bê navber dewam dikin. Balafirên şer gelek herêmên gerîla bombebaran kirin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşan de daxuyaniyek weşand.

HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker ku li Garê têk çû, bi balafirên şer êrîşî herêmên parastinê yên medyayê dike.

HPG’ê da zanîn, 20’ê Sibatê herêma Avaşînê, 23’ê Sibatê bejahiya gundê Dêrîkê yê nehiya Çemankê ya Duhokê, bejahiya gundê Kanê yê navçeya Amediyê, derdora Çemê Zapê, qada Karker a herêma Zapê,

24’ê Sibatê herêma Metînayê, girên Savaş, Zergelê, Hîwa, bejahiya gundê Kozilê, Bêpalan, Qalatûka, Tutmê yên Qendîlê, derdora Çemê Lolanê û girê Berbizina û qada Goşinê yên Xakurkê bi balafirên şer hatin bombebarankirin.

HPG’ê diyar kir ji ber van êrişan tiştek bi hêzên gerîla nehatiye.

Back to top button