QSD: Hêzên me du çeteyên di şehîdxistina Seida û Hind de xwedî rol bûn, kuştin

Hêzên Sûriyê demokratîk bi operasyoneke bibandor du çeteyên ku di şehîdxistina du endamên meclisa Til Şayir a Dişîşa de xwedî rol bûn kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniya QSDê bi daxuyaniyekê ragihand ku hêzên wan li hember çalakiyên DAIŞ”ê yên ku li vê dawiyê zêde bûne, operasyonên bi bandor dan destpêkirin û wiha dewam kir;

Hêzê me di rojên 3 û 4″ê Adarê de, di encama şopandineke dirêj ji alî yekîneyên Ewlekarî ve, xwe gihandin çeteyên bi navê Ebû Seîd û Osman, ku ev herdû kes di şehîdxistina her dû jinên şoreşger û endamên Meclîsa Til Şayir a girêdayî Dişîşa, Seida Feysel El Hermas û Hind Letif El Xidar, xwedî rol bûn.

Di operasyonê de çeteyên navborî bersiva hêzên me dan û pevçûn derket.

Di encama pevçûnê de her dû çete hatin kuştin û şervanekî me jî brîndar bû.

Back to top button