YE ji ber şer û aloziya heyî dixwaze kapasîteya alîkariyê bê zêdekirin

Ji bo bernameya alîkariya mirovî ya Neteweyên Yekbûyî tenê ji sedî 45 ê pereyê pêwîstî pê hebû hate komkirin. Yekîtiya Ewropayê pêşniyar kir ku kapasîteya alîkariya mirovî bê xurtkirin.

Di serî de Yemen û Sûriye li welatên Rojhilata Navîn û parzemîna Afrîkayê qeyranên mirovî roj bi roj giran dibin.

Civaka navneteweyî jî di têkoşîna dijî van qeyranan de têrker nîne.

Daneyên ku ji aliyê Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin weşandin, nîşan didin ku di mijara krîzên mirovî de yên ji ber Covîd-19 giran bûne, piştgiriya pêwîst nehatiye bidestxistin.

Budçeya ku NY par ji bo projeyên alîkariya mirovî danîbû pêşiya xwe 32.5 milyar Euro bû.

Lê belê li gel vê pêwîstiyê jî bi alîkariya dewlet û saziyan tenê 15 milyar Euro fînansman hatin bidestxistin.

YE û DYA di alîkariya mirovî de du çavkaniyên herî girîng ên fînansmanê ne.

Komîserê ji alîkariya mirovî berpirsyar a Komîsyona YE Janez Lenarcîc diyar kir ku ji sedî 36 ê fînansmana 15 milyar Euro ya sala 2020’î hate peydakirin Yekîtiya Ewropa ye.

DYA’yê jî bi rêjeya ji sedî 35’an di rêza duyemîn de cih girt.

Li gorî daneyên Lenarcîcê, di nava Yekîtiya Ewropayê de jî welatê di rêza destpêkê de cih digire Almanya ye.

Almanyayê ji bo alîkariyên YE 3.6 milyar Euro da û di rêza destpêkê de cih girt.

Li gorî Komîsyona YE, li pêşiya welatên yekîtiyê astengî nîne ku di asta neteweyî de tevlî bernameyên alîkariya mirovî bibin.

Janez Lenarcîc diyar kir ku mezinahiya cudahiya navbera fînansman û derfetê, dike ku krîza mirovî mezintir bibe.

Komîsyona YE, ji bo kapasîteya alîkariya mirovî bê zêdekirin, bikaranîna alîkairyê bi rengekî rast û pêkanîna li ser welatên ku li pêşiya gihaştina alîkariyê dibin asteng, xiste rojevê.

Li gorî komîserê ji karên derve û ewlekariyê berpirsyar ê YE Josep Borrell, di mijarên lojîstîk, kirîn, barhilgirî û belavkirinê de eger welatên yekîtiyê bi hevkarî çavkaniyan bi kar bîne, kapasîteya alîkariya mirovî dikare bê zêdekirin.

Back to top button