Dagirkeran li navenda Efrînê 3 sivîl revandin

Li Efrîna dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk a dagirker 3 sivîl li Efrînê revandin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûrî ragihand ku duh li Efrînê, çeteyan şêniyê bi navê Xelîl Mihemed ê ji gundê Çeqela û Emîn Şebo yê ji gundê Alkana revandin.

14’ê Adarê jî,çeteyan li ser bendeke kontrolê şêniyê bi navê Mihemed Salih Ebdelo yê 35 salî yê ji gundê Îska ya Şêrewa revand.

Li gorî Rêxistinê, çeteyan ji bo standina pereyan û şêniyên mane ku neçarî koçberiyê bikin, sivîlan direvînin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê jî diyar kir ku çeteyên Tirkiyê ji dsetpêka meha Adarê heta niha 28 sivîl revandin.

Back to top button