Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi armanca pêkanîna hevdîtinê bang li CPT kir

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bi armanca pêkanîna hevdîtinê ya bi Rêber Abdullah Ocalan re bang li CPT kir ku bi erka xwe rabe.
Di heman demê de çalakiyên greva birçîbûnê ya li zindanên Tirkiyê ya li dijî tecrîdê di roja 113’an de dewam dike.
Berdevka Meclisa Jin ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran jî bang li gel kir ku li dijî tecîdê qadên Newrozê dagirin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê, ji bo zelalkirina rewşa tendurisiyê ya Rêber Abdullah Ocalan, duh serî li Komîteya Pêşîgirtina li Êşkenceyê ya Ewropayê (CPT) da.

Di daxwaznameya serlêdanê de hate gotin ku qutkirina pêwendiya bi derve re, yek ji kiryarên li derveyî mirovahiyê û êşkenceyê ye û ger rewşa tenduristiyê ya Abdullah Ocalan zelal nebe wê fikar bi dawî nebin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê diyar kir ku ji bo bidawîkirina fikaran divê malbat û parêzer karibin biçin serdanê û Birêz Ocalan û muwekîlên din di nava tenduristî û ewlekariyê de bin.

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê bang li CPT kir ku tavilê bi erka xwe rabe.

Çalakiya greva birçîbûnê li zindanên Tirkiyê di roja 113’an de didome

Li aliyê din jî, çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo azadiya Rêber Abdullah Ocalan û binpêkirina mafan ku di 27’ê Mijdara 2020’an de li girtîgehên Tirkiyê destpê kirin didome.

Çalakiya grevê ya girtiyan bi koma 23’an di roja 113’an de berdewam dike.

Malbatên girtiyan diyar dikin ku li dijî binpêkirina mafên li girtîgehan zêde dibin pêwîstî bi têkoşîna hevpar heye.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê: Greva me bi coşa Newrozê didome

Her wiha girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê yên li zindanên Tirkiyê bi boneya Newrozê daxuyaniyek da û gotin ku çalakiya wan ya greva birçîbûnê bi coşa Newrozê didomînin û ew ê ji coşa xwe ya berxwedana li dijî faşîzmê ti carî tawîzê nedin.

Girtiyên ji doza PKK û PAJK’ê bang li rewşenbîr, demokrat û gelên welatparêz kir ku bi cejna Newrozê li ber faşîzmê rabin û li ber xwe bidin.

Ayşe Acar Başaran: Bila gel li dijî tecrîdê dakevin qadên Newrozê

Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran di axaftina xwe ya li Navenda Giştî ya HDP’ê bal kişand ser tecrîda giran a li Îmraliyê.

Başaran fikarên xwe derbarê rewşa Abdullah Ocalan de anî ziman û got ku ya ku li Îmraliyê dest pê kir û niha li tevahiya Tirkiyê hatiye belavkirin rêveberiya tecrîdê ye.

Berdevka Meclisa Jinê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran bang li raya giştî û gelê Kurd kir ku bila di Newrozê de dengê azadiyê berz bikin û li dijî tecrîdê rabin.

Back to top button