Swêdê soza beşdariya MSD’ê di danûstandinên derbarê Sûriyê de da

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde gelek “babetên dijwar” hatin nîqaşkirin. Wezîra Swêdî teqezî li ser beşdarbûna MSD’ê ya di danûstandinê têkildarî pêşeroja Sûriyê de kir û hevkariya wan a li dijî DAIŞ’ê dubare kir. Ilham Ehmed jî piştgiriya Swêdê ji bo bidawîkirina êşên gelên Sûriyê, giranbuha nirxand.

Seroka Desteya Rêveber a MSD’ê Ilham Ehmed û Wezîra Derve ya Swêdê Ann Linde, roja Duşemê civîneke onlin pêk anî.

Her du aliyan mijarên hatine nîqaşkirin bi awayekî baş û girîng nirxandin.

Ilham Ehmed bi peyamekê got:

“Piştî 10 salên şerê li Sûriyê, divê çareseriyek siyasî û girîngiya beşdarbûna nûnerên MSD’ê di civînên navnetewî de pêk bê.

Em piştgiriya Swêdê ji bo bidawîkirina êşên gelên Sûriyê, giranbuha dinirxînin.”

Li gorî Ann Linde jî, di civîna bi Ilham Ehmed re babetên dijwar hatin nîqaşkirin û teqezî li ser beşdarbûna MSD’ê ya di danûstandinê têkildarî pêşeroja Sûrî de kir.

Li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûrî QSD’ê bi hevkariya Koalîsyonê operasyonên li dijî DAIŞ’ê berdewam dike û herî dawî jî opersyona Mirovî û Ewlehî li Kampa Holê daye destpêkirin, heya niha jî bi dehan kes û çeteyên şaneyên DAIŞê hatine girtin..

Wezîra Swêdê bi bîr xist ku Rêveveriya Xweser gelek caran bang li welatan kir ku welatiyên xwe ji kampên herêmê werbigirin û anî ziman ku hertim hewl didin zarokên xwe yên sêwî tenê vegerînin.

Ann Linde hevkariya Swêdê ji bo têkbirina DAIŞ’ê careke din nû kir û têkiliya xwe bi Rêveberiya Xweser re bi ya xurt bi nav kir.

Back to top button