Li Mabata mal û du hezar darên zeytûnê yên jineke 80 salî hatin desteserkirin

Çeteyên dewleta Tirk a dagiker li navçeya Mabata a Efrînê dest danîn li mal û tevî du hezar darên zeytûnê yên jineke 80 salî.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê ragihand ku li gundê Rûta ya Mabata jina bi navê Nezo bi darê zorê ji malê xwe hat derxistin.

Çeteyan tevî destserkirina mala jina temenmezin a 80 salî, du hezar darên zeytûnê yên wê desteser kirin.

Ji bo madeya hişbirê çete bi hev ketin

Li aliyekî din, ji bo bazirganiya madeya hişbirê, komên çeteyên dewleta Tirk bi hev ketin.

Rêxistina Mafê Mirovan a Efrînê diyar kir ku, duh êvarî li taxa Mehmûdiyê ya Efrînê di navbera komên çeteyan de şer derket.

Hat diyar kirin ku di encama şer de sivîl hatine kuştin û birîndar bûne.

Back to top button