Li Nîjerya..Herî kêm 8 zarok hatin kuştin û gelek birîndar bûn

Li Nîjeryayê, di encama êrîşeke çeteyên “Boko Heram” de, gelek zarok hatin kuştin û birîndarkirin. 

Li eyaleta Plateaûyê ya Nîjeryayê çeteyên “Boko Heram” êrîşî kaneke madenê ya li herêma Kûrû ya eyaletê kir.

Li gorî daxuyaniya waliyê eyaletê, di encama êrîşê de, herî kêm 8 zarok hatin kuştin û gelek jî birîndar bûn.

Li Nîjeryayê, êrîşên çeteyên Boko Heram ên bi ser DAIŞ’ê ve, bi taybetî ji sala 2012’an ve zêde bûne û gelek caran avêtine ser dibistanan, her carê jî bi sedan zarok revandine û kuştine.

Back to top button