Kongressa Amerîkî projeqanûnekê ji bo qerebûkirina koleyan lêkolîn dike

Kongressa Amerîkî projeqanûnekê ku dê qurbanên koletiyê qerebû bike, lêkolîn dike..

Ji bo ev projeqanûn were pesendkirin, pêwîstî bi komîteyeke lêkolînê heye.

Komîteya Dadwerî ya Meclisa Nûneran jî avakirina vê komîteyê xist dengdanê û bi 25 dengên erê, li beramberî 17 dengên na, erê kir.

Di demên pêş de, wê ev yek li Meclisa Nûneran were nîqaşkirin û bikeve dengdanê, paşê eger bi ser ket, wê ev projeqanûn biçe ber destê Senatoyê.

Li gorî projeyê, divê nevîyên 4 milyon Afrîkî yên bi darê zorê — di navbera 1619 û 1865 de weke kole– hatin Amerîkayê, werin qerebûkirin.

Back to top button