Li Kerkûkê, ji ber avêtina hawinan, 3 leşkerên Iraqî û 2 çekdarên Heşda Şebî hatin birîndarkirin.
Li parêzgeha Kerkûkê, li dijî navenda çekdarên Heşda Şebî, êrîşeke bi hawian qewimî.
Çavkaniyeke ewlehî ragihand ku 6 hawinan li ser navenda Heşdê ya li gundê El-Bû Şihab li herêma Daquqê hatin barandin û tê de, 3 leşkerên Iraqî û 2 çekdarên Heşda Şebî birîndar bûn.
Beriya vê êrîşê jî û li heman parêzgehê, fermandarê operasyonên Enbarê, Naser El-Xanim diyar kiribû, hêzên wan erbeyeke bombebarkirî ku DAIŞ’ê ji bo armanckirina nuqteyeke hêzên ewlehiyê amade kiribû, teqandine.