Efrîn..Di girtîgeha çeteyan de sivîlekî 50 salî hat kuştin

Li Efrîna dagirkirî, sûc û hovitiya çeteyên dewleta Tirk a dagirker didomin, di girtîgeheke çeteyan de sivîlekî 50 salî di bin êşkenceyê de hat kuştin.

Navenda Belgekirina Binpêkirinan li Bakurê Sûriyê ragihand ku çeteyan şêniyê bi navê Yehya Elî Hemkiro yê 50 salî yê ji gundê Kurzîlê yê Şêrewa kuşt.

Hat gotin Yehya di girtîgeha çeteyên dewleta yên bi navê ” Ehrar E-Şam” de di bin êşkenceyê de hat kuştin.

18’ê Nîsanê, çeteyan ew revand û mala wî ya li gundê Kuzêlê jî desteser kir.

Navendê dabû zanîn ku 18’ê Adara borî, sivîlekî 42 salî yê ji navçeya Raco di girtîgeha çeteyan a li bajaroka Raî de di bin êşkenceyê de hatibû kuştin.

6’ê Adara borî jî, ji heman navçeyê, kalemêrê bi navê Şêxmûs Mistefa Qasim ê 65 salî yê ji gundê Meydan Ekbez di encama êşkenceyê di girtîgeha çeteyan de hat kuştin.

Navendê eşker kir ku ji dema dagirkirina Efrînê, navên 146 sivîlên ku di bin êşkenceyan di girtîgeha çeteyên Tirkiyê hatibûn kuştin de belge kirin.

Back to top button