Ji navçeya Şerawa ya Efrînê du sivîl hatin revandin

Hovîtiya dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî zêde dibe.
Çeteyên dewleta Tirk ji navçeya Şêrewa ya Efrîna du sivîl revandin, li herêma Bab a dagirkirî jî sivîlek hat kuştin.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê – Sûrî ragihand ku çeteyên dewleta Tirk du sivîl ji gundê Kibêşînê yê navçeya Şêrewa revandin.

1’ê Gulanê jî çeteyan şêniyên bi navê Ismaîl Cemo Hêder û Izdîn Cemo Hêder revandin, heya niha jî çarenûsa wan ne diyar e.

Li herêma Babê ya dagirkirî sivîlek hat kuştin

Li herêma Babê ya dagirkirî, çeteyên dewleta Tirk sivîlekî ji gundê Birc kuşt û du sivîl jî bi giranî birîndar kirin.

Li gorî Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan, ji ber wî kesî bertek nîşanî hewldanên çeteyan ku dixwestin erdê wî desteser bikin, nîşan da, çeteyan ew sivîl kuşt û du jî birîndar kirin.

Çavdêriyê diyar kir ku şêniyên gundê Birc yên ku bi eslê xwe kurd in piştrast kirin ku beriya niha jî birayê wî kesê hat kuştin hat revandin.

Back to top button