Artêşa Îsraîlî 9 baregehên Hemasê bombebaran kirin

Artêşa Îsraîlî ragihand ku di nav de navenda îstixbarata leşkerî, balafiran 9 baregehên Hemasê yên li Xezayê bombebaran kirine. 

Li gorî agahiyan, balafirên artêşê, ji duh şevê ve, gelek deverên Xezayê dane ber bombebarankirinê.

Hemasê jî ji aliyê xwe ve ragihand ku çend mûşek li kampa niştedagîran  Ofakîmê ya rojavayê  Bîr Sebi xistin.

Joe Biden: Em li ser aramkirina rewşê kar dikin

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî anî ziman ku rêveberiya wan digel her aliyên şer li ser aramkirina rewşa heyî kar dikin.

Wezîrê Derve Anthony Blinken jî bi peywendiyên telefonî bidawîkirina şerê Filistîn û Îsraîlê digel hempîşeyên xwe yên Misrî, Siûdî, Qeterî û Fransî gengeşe kir.

Heya niha ji ber şerê rûdayî, di nav de 58 zarok û 34 jin, 197 kes hatine kuştin û hezar 235 jî birîndar bûne.

Back to top button