HPG: Li herêmên Avaşîn û Metîna 9 leşkerên Tirk hatin kuştin

Gerîla di çarçoveyê Pêngavên Şoreşger yên Bazên Zagrosê û Cenga Xabûrê de rojane bi çalakiyên bi bandor bersiva êrîşên dagirkeriyê dide.
HPG’ê ragihand li herêma Avaşînê 8 û li herêma Metîna jî leşkerekî Tirk yên dagirker hatin kuştin.

Artêşa Tirk a dagirker ku êrîşên xwe yên dagirkeriyê li ser başûrê Kurdistanê didomîne li ber derbên gerîlayên Azadiya Kurdistanê rojane windahiyên mezin dide.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê derbarê êrîşên dagirkeriyê û çalakiyên gerîla de daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Hat diyar kirin di çarçoveya Pênaga Şoreşger ya Bazên Zagrosê de 21’ê Gulanê li Girê Koferansê ya Herêma Avaşînê li dijî leşkerên Tirk yên dagirker çalakiyek hate lidarxistin.

Hat gotin di encama çalakiyên ku bi du baskan hate kirin de 6 leşkerên Tirk hatin kuştin û kozîkên dagirkeran hatin rûxandin.

HPG’ê ragihand heman rojê û li heman deverê li yekîneyeke artêşa Tirk hat xistin û leşkerek hate kuştin.

Hat gotin heman rojê li dijî dagirkerên li Dola Konferansê ya herêma Avaşînê çalakiyeke sûîqestê hatiye kirin û di encamê de leşkerekî dagirker hate kuştin.

HPG’ê ragihand 21’ê Gulanê li dijî leşkerên li ser Girê Şehîd Munzur yê herêma Zapê û 22’yê Gulanê jî li dijî leşkerên li qada Mamreşo a herêma Avaşînê bi çekên giran çalakî hatin lidarxistin.

HPG’ê diyar kir di çarçoveya Pênagava Şoreşger a Cenga Xabûrê de jî 20’ê Gulanê li dijî leşkerên li Boxaza Orê ya herêma Metîna çalakîyên sabotajê hatin kirin û hejmara kuştî û birîndarên dagirkeran nehat zelal kirin.

Hat ragihandin heman rojê li dijî leşkerên li ser Girê Azad a herêma Metîna çalakiyeke sûîqestê hate kirin û di encamê de leşkerekî dagirker hat kuştin.

HPG’ê diyar kir ku îro danê nîvro leşkerên Tirk ên dagirker xwestin têkevin tunelên şer yên li ser Girê Zendûra.

Hat gotin di tunelê de di navbera gerîla û dagirkeran de şerekî giran qewimî, dagirkerên ku derbeke giran xwarin, neçar man ku ji tunelên şer birevin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê diyar kir artêşa Tirk a dagirker li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê êrîşên hewayî didomîne.

Hat diyar kirin 21’ê Gulanê herêmên Garê, qada Zendûra a Metîna, Avaşîn, Mamreşo û Zap bi balafirên şer û helîkopteran hatin bombebaran kirin.

Hat gotin ji ber bombebaranan ti windahiyên gerîla çê nebuye.

Li aliyê din HPG’ê nasnameyên 6 gerîlayên li qada Mamreşo a herêma Metîna şehîd bûne eşkere kir.

HPG’ê gerîlayên ku şehîdbûne bibîranîn û ji malbatên wan, gelê Kurdistan û gelê Ereb re sersaxî xwest.

Back to top button