Li Minbicê sivîlek li ser destê hêzên hikûmeta Şamê hat kuştin

Rêveberiya Sivîl a Minbicê ragihand ku ji bo rêgirtina li ber ftine û tevliheviyan, qedexeya derketina derve li Minbicê dest pê dike..

Rêveberiyê diyar kir ku, ji ber rewşa awarte ya li Minbicê, 48 saetan qedexeya derketina derve li bajar dikeve piratîkê.

Duh êvarî jî li gundê Hedhodê yê Minbicê di dema derbasbûna erebiya hêzên hikûmeta Şamê de, şer navbera şênî û leşkeran de qewimî û ciwanekî jiyana xwe ji da û 3 kesên din bi giranî birîndar bûn.

Rêveberiya Minbicê: Divê şênî hişyar bin û nekevin xefka dijmin

Rêveberiya sivîl a Minbic û gundewarên wê jî destnîşan kir ku çeteyên Diri El-Feratê, hewl didin aramiya bajêr têk bibin û divê şêniyên Minbic û gundewarên wê, li hember vê yekê şiyar bin û bajar û welatê xwe biparêzin.

Back to top button