Parlamenterê Iraqê Kawe Mehmûd: Dagirkeriya Tirk serweriya axa Iraqê bin pê dike

Nerazîbûnên li dijî êrîşên dagirkeriyê jî zêde dibin.
Parlamenterê Iraqî Kawe Mehmûd diyar kir ku dewleta Tirk jîngeh û xwezaya Kurdistanê wêran dike û serweriya xaka Iraqê bin pê dike.
7 rêxistinên sivîl ên li navçeya Soran wêrankirina jîngeha başûrê Kurdistanê şermezar kirin.
36 Perlamenterên Başûrê Kurdistanê jî der barê êrîşên dewleta Tirk û talankirina xwezaya Kurdistanê de xwestin ku Parlamantoya Başûrê Kurdistanê lihev bicive û helwesteke cidî nîşan bide.

Dewleta Tirk a dagirker li kêleka êrîşên li ser Başûrê Kurdsitanê, xweza û jîngeha Kurdistanê jî talan û wêran dike.

li Başûrê Kurdistanê darên ku temên wan bi dehan salane dibire û dibe.

Derbarê vê yekê nerazîbûn zêde dibin û gelek helwest û bang ji Kurdistan û Îraqê derdikevin.

Parlamenterê Parlamentoya Iraqê Kawa Mehmûd derbarê mijarê de daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Kawa Mehmûd destwerdan û binpêkirina serweriya xaka Iraqê ya ji aliyê dewleta Tirk ve şermezar kir û bang li û Hikumeta Iraqê kir ku xwedî helwest be, her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û xwezayê kir ku hemberî dagirkeriyê xwedî helwest bin.

Bextiyar Şaweys: Divê desthilat Başûr hemberî talankerên Kurdistanê wêrek bin

Berdevkê bloka YNK’ê ya li Parlamentoya Iraqê Bextiyar Şaweys jî , der barê gotinên parêzgarê Dihokê yên li ser birîna daran ku gotibû “agahiya wan heye ku hinek eşîrên Kurd yên li Bakur darên Behdînanê dibirin û agahiya Tirkiyê ji vê nîn e,” li ser malpera xwe ya facebookê wiha bersiv da:

“Prêzgarê Dihokê bi vê axaftina xwe Kurdan diz û Tirkan jî paqij nîşan da. Xweziya bi qasî hûn ji bo bi girtina rojnamegeran zîrek in, ewqas hûn ji bo dagirker, darbir û talankarên Kurdistanê jî wêrek bûna.”

Fraksiyona YNK’ê derbarê birîna daran de, bersiva waliyê Dihokê da

7 rêxistinên sivîl ên li herêma Soran birîna daran şermezar kirin

7 rêxistinên sivîl ên li qezaya Soran jî bi daxuyaniyek hevbeş wêrankirina jîngeha herêmê ji hêla dagirkeriay Tirk ve şermezar kir.

Di daxuyaniyê de daxwaz ji serokatiya Herêma Başûrê Kurdistanê û hikûmeta navendî hate kirin ku bi zext û helwestekê li dijî dagirkeriya dewleta Tirk derkevin.

36 parlamenterên Başûrê Kurdistanê xwestin parlemento bicive

Li aliyekî din, 36 Parlamenterên Parlamentoya Başûrê Kurdistanê der barê êrîşên dewleat Tirk li ser Başûrê Kurdistanê û talankirian xwezaya wê daxwaz ji Parlamantoya Herêmê kirin ku bicive û helweteke neteweyî nîşan bide.

Back to top button