Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan diyar kir ku dewleta Tirk bi erêkiria Iraq û PDK’ê êrîşan pêk tîne.
Hec Ferhan diyar kir “Armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e serdema Osman vejîne. ” û eşkere kir ” Ji helwestên şermok yên hikumeta Iraqê diyar dibe ku bi Tirkiye re li hev kiriye ku şerê Kurd û gerîla bike.”
Der barê bêdengiya li hember van êrîşan jî Hec Ferhan bang li rayedarên başûr û Iraq kir ku bi daxwiyaniyên şermok êrîş nayên rawestandin û divê helwestên cidî nîşan bidin.
Endamê Komîteya Navendî ya Partiya Çep a Kurd li Sûriyê Hec Ferhan dawiyê got “Divê hikumeta Başûrê Kurdistanê baş zanibe ku dewleta Tirk ne tenê dijminatiya (PKK) dike, lê belê dijminatiya hemû Kurdan dike.”