Li Cizîra Şirnexê ji 5 kesên ku doh di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin, 4 kes hatin girtin.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê di operasyonên qirkirina siyasî de 5 kes berî niha hatibûn binçavkirin.
Piştî îfadeya van kesan hate girtin, radestî dadgeha Cizîrê hatin kirin.
Ji 5 kesên hatine binçavkirin , 4 kes bi Îdîaya “Hewldana ji bo xerakirina yekîtiya dewletê û hevgirtina welêt” hatin girtin.
Rojane ev operasyon ku her bi hincetên vala pêk tînin hene û bêhtir dibin.