Etiyopya..NY: 4 milyon kes birçî û 350 hezar jî bi xelayê re rû bi rû ne

Bernameya Xurekan ya Cîhanê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) eşkere kir ku li herêma Tigray ya Etiyopyayê 4 milyon kes bi birçîbûnê re rû bi rû ne û 350 hezar kes jî bi xelayê re rû bi rû ne.

Di rapora nû ya Bernameya Xurekan a Cîhanê (PAM) de derket holê ku li herêma Tigray a Etyopyayê birçîbûn heye.

Li gorî raporê, 4 milyon kes bi birçîbûn û 350 hezar jî bi xelayê re rûbirû ne.

NY diyar kir ku ji ber negirtina agahiyên pêwist li ser ewlehiya xwarinê de, fikarên wan zêdetir dibe.

Di raporê de teqezî li ser wê yekê tê kirin ku rewşa li herêmê roj ji rojê nebaştir dibe.

Hat ragihandin ku di encama şerê li herêmê de erdên çandiniyê hatine talan kirin û li gelek herêman di peydakirina xwarinê de zehmetî tê dîtin.

Li gorî Bernameya Xurekan a Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî, 5.2 mîlyon mirov, ku ji sedî 91 ê nifûsa li herêmê ye, di 1’ê Hezîranê de pêwistiyek xwe ya lez a bi peydakirina xwarinê heye.

Piştî şerê 4’ê Mijdara 2020’an di navbera Eniya Rizgariya Gel a Tîgray û artêşa Etyopyayê de rûda, nêzî milyonek kes ji cih û warê xwe koçber bûn.

Back to top button