KCK: Di navbera hêzên PDK’ê û gerîla de alozî heye û dibe ku bibe sedema şer

Hevserokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê diyar kir ku tu polîkaya wan a şerê li dijî komên Kurdan tune û diyar kir divê gelê Kurd, hunermend, rewşenbîr û hêzên siyasî cidiyeya rewşê bibinin û da zanîn ji bo PDK’ê bidin sekinandin divê bikevin nava hewldanan, dest li vê pêvajoya xirab werdin û lîstikên dewleta Tirk xirabikin.

Hevserokatiya Konseya Rêvebera KCK’ê têkildarî êrîşên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û amadekariyên PDK’ê yên şerê li dijî gerîla daxuyaniyek weşand.

KCK’ê diyar ki li Metîna, Avaşîn û Zapê di navbera gerîla û artêşa Tirk de şerekî giran heye û da zanîn di navbera hêzên PDK’ê û gerîla de jî aloziyek heye ku dibe bibe sedema şer.

KCK’ê destnîşan kir ku ti polîtîkaya wan ya şerê li dijî komên siyasî û leşkerî yên Kurdan tune û wiha got,

“Berevajî wê PDK ji salekê zêdetir e tê ser me, ji ber berpirsyariya me ya li hemberî doza azadiyê ya gelê Kurd, em dûrî şer sekinîn. Ligel helwesta PDK’ê ya zemînê ji êrîşên dagirker ên dewleta Tirk re amade dike, em bi sebr û berpirsyar tevgeriyan, me hewl da em nebin parçeyekî lîstika dewleta Tirk. Me xwest em bi rêya hevdîtinan, zemîna şer ji holê rakin. Lê di vê pêvajoyê de dema ku êrîşên dagirker ên dewleta Tirk zêde bûye, PDK’ê hêzên xwe li qadên gerîlayan zêde kiriye û ev jî bûye sedem dibe ku di dîroka Kurdan de tiştekî neyînî pêk were.”

KCK’ê: Divê gel û hêzên Kurd PDK’ê bidin sekinandin û lîstikên dewleta Tirk pûç bikin

KCK’ê eşkere kir ku helwesta PDK’ê ewe ku şerek pêk were û şer berfireh bibe û da zanîn divê gelê kurd û raya giştî bizanibe ku, heta kêlîya dawî ewê dûrî şerekî wisa bin, lê heke di rewşeke wisa de şer pêk were, PDK berpirsyar e.

KCK’ê ji PDK’ê xwest ku dev ji helwesta xwe ya ku xizmetê ji dagirkeran re dike berde û wiha dewam kir,

“Gerîla û Tevgera Azadiyê ya Kurdistan li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk berxwedaneke mezin nîşan dide. Em naxwazin di vî şerî de yê li dijî dagirkeran roleke neyînî ya PDK’ê hebe. Ger PDK di vî şerê ku em li dijî dagirkeran dikin, nebe alîkar jî bila nekeve nav helwesta ku berxwedana gerîla qels dike.”

KCK’ê bang li gelê Kurd, hunermend, rewşenbîr û hêzên siyasî yên Kurd kir ku cidiyeta rewşê bibînin, mudaxeleyî vê pêvajoya xirab bikin, ji bo ku PDK’ê bidin sekinandin bikevin nava tevgerê û bi vî rengî jî lîstikên dewleta Tirk pûç bikin.

Back to top button