Viyan Cûdî piştgirî da pêngava zimanê Kurdî ya li bakurê Kurdistanê

Pêngava îmzeyan a li Bakurê Kurdistanê ji bo ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê demek e hatiye destpêkirin.. Ev gav rastî bertek û helwestên erênî tê.. Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî SZK`ê Viyan Cûdî , ev bi gaveke pîroz û girîng nirxand û banga tevlîbûna li pêngavê kir. 

Di 21`ê Sibata 2021`an de, bi boneya Roja Zimanê Dayikê, Platforma Zimanê Kurdî û Tora Ziman, Çanda Kurdî yên li Bakurê Kurdistanê, bi daxwaza ku zimanê kurdî bibe zimanê fermî û perwerdeyê, pêngava îmzeyan da destpêkirin.

Çalakî û mîtîngên ku bi rêya vê pêngavê tên lidarxistin, ji aliyê polîsên dewleta Tirk ve tên astengkirin.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Cûdî diyar kir ku di vê qonaxê de li Bakurê Kurdistanê her tişt bi kurdî qedexe ye, weke SZK’ê ew vê pêngavê bi gaveke pîroz dinirxînin.

Viyan da xuyakirin ku divê ev pêngav di nava endamên dezgeh û saziyên ziman de nemîne, pêwîstiya tevlêbûna gel jî heye û wiha domand:

Viyan Cûdî: Divê gelê Kurd xeteriya li ser ziman bibîne

Li Bakurê Kurdistanê piştî sala 2016`an derdora 40 saziyên zimanê kurdî û weşanxaneyên kurdî ji aliyê dewleta Tirk ve hatin girtin.

Viyan destnîşan kir ku hin qanûnên dewleta Tirk hebin ji bo zimanê kurdî, lê li ser erdê her tişt bi kurdî qedexe ye.

Hevseroka Saziya Zimanê Kurdî (SZK) Viyan Cûdî da zanîn ku serkeftina vê pêngavê ji bo mirovahî û cîhanê dê nirxeke pir mezin be.

Back to top button