Hemas: Ji bo me guhertina hikumetê bê wate ye, Îsraîl bi xwe dagirkere

Filistîn ji avakirina hikumeta nû ya Îsraîlê bêhêvî ye.
Tevgera Hemas jî helwesta xwe ya li ser avakirina hikumeta nû eşker kir û got,
“Tiştek ji bo me ne hatiye guhertin, Îsraîl her dagirkere.”

Berdevkê Tevgera Hemasê Fifzî Berhûm bi daxuyaniyekê helwesta tevgerê ya li beramberî hikumeta nû ya Îsraîlê eşker kir.

Fifzî Berhûm got:

Dubarekirina hilbijartinan, encamên aloziyên leşkerî û ewlekarî yên li Îsraîlê ne.

Ev jî bi saya berxwedana Filistîniyan pêkhatiye.

Hikumeta nû ya Îsraîlê jî hebûnekî dagirkere û pêwîstî bi berxwedanê heye.

Filistîn: Polîtîkayên hikumeta nû li hember Filistîniyan mîna yên berê ne

Wezareta Karê Derve yê Filistînê jî bi daxuyaniyekê ragihand ku di siyaseta Îsraîl ya li pêşberî Filistînan de, guhertinên biçûk dibînin.

Wezaretê diyar ku polîtîkeyên hikumeta nû yên li hemberî Filîstînyan wê ji polîtîkeyên heyî necûdatir , ne jî xerabtir be.

Back to top button