Pekîn: NATO gefa li Çînê dinepixîne

Rêveberiya Pekînê ragihand ku ‘teoriya gefa Çînê’ ya ku di civîna bilind a NATO’yê de hate destnîşankirin, hatiye nepixandin û ev yek weke hewldanek ji bo afirandina “şerekî çêkirî” nirxand.

Sefaretxaneya Bilind a Çînê ya li Yekîtiya Ewropayê bi daxuyaniyekê ragihand ku “teoriya gefa Çînê” hatiye nepixandin.

Li gorî daxuyaniyê, gotina ‘rabûna li ber sîstemê’, ji bo welatekî ku ji endamên NATO’yê bi 20 qatî kêmtir xwedî serikên şer ê nukleerî ye, ‘îftiraya li pêşketina aştiyane ye’.

Sefaretxaneya Çînê diyar kir ku NATO’yê mînaka ‘mejiyê şer ê sar’ nîşan daye û hewl dide şerekî çêkirî biafirîne.

Doh di daxuyaniya lîderên NATO’yê ya ji bo Çînê hate gotin,

“Hêrs û sekna bi biryar a Çînê ya hatiye diyarkirin, rabûna li ber pergala navneteweyî ya xwe dispêre pîvanan e, her wiha rabûna li ber qadên girîng ên ewlekariya tifaqê ye.”

Back to top button