Îro li Silêmaniyê bi merasîmeke bi heybet Şehîdê Qeladizê Ebas Îbrahîm Mehmûd ku di 13’ê Hezîranê de di êrişek hewayî ya dewleta Tirk de li bajarokê Pişder a Silêmaniyê şehîd bû, hat oxir kirin.
Îro cenazeyê Ebas Îbrahîm Mehmûd anîn Silêmaniyê û ji aliyê gelek kesan ve hate pêşwazî kirin.
Piştre cenaze ji Mizgefta Mezin a Bekirec bi dirûşmeyan ber bi Goristina Bekireco ya Silêmaniyê ve hate oxirkirin.
Endamên Tevgera Azadî ya Civaka Kurdistanê (Tevgera Azadî), Rêxistina Jinên Azad a Kurdistanê (RJAK), Komîteya Malbatên Şehîdên PKK’ê yên Başûrê Kurdistanê, malbatên şehîdan û gelek welatî tevlî merasîma veşartina cenaze bûn.
Di merasîmê de bênavber dirûşmeyên ‘Şehîd namirin’ hatin berz kirin.
Ebas Îbrahîm Mehmûd li gel 3 kesên din li herêma bajaroka Pişder a Silêmaniyê di 13’yê Hezîranê de wesayeta wan bû hedefa balafirên şer ên dewleta Tirk a dagirker.
Duh cenazeyê Şehîd Ebubekir Tufîq ê ku di heman êrişê de şehîd bibû li Qeladizê hatibû veşartin.