Wezîrê Karên Derve yê Amerîkayê Anthony Blinken dê beşeke mezin ji gera xwe ya li Ewropayê di vê hefteyê de, bide çareserkirina şerê li Lîbya, Sûrî û pêngava tunekirina DAIŞ`ê.
Li gorî rapora The National a Îmarata Erebî, Blinken di kongreya Berlin a duyemîn de têkildarî Lîbya û civîna li ser asta wezîran a têkildarî tunekirina DAIŞ`ê li Romayê got,
ew ê girîngiyê bide çareserkirina şerên li Lîbya, Sûriye û tunekirina DAIŞ`ê.
Blinken roja çarşemê dê tev li kongreya Berlin a der barê Lîbyayê bibe.
Her wiha wezîrê karê derve yê Îtaliyayê Luigi Di Maio jî wê 28`ê Hezîranê tevli civîna li ser asta wezîran a der barê tunekirina DAIŞ`ê ku li Romayê dê were lidarixstin, bibe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di vê der barê de got:
“Wezîr dê rêbazên dewamiya zextê li ser DAIŞ`ê li Iraq û Sûriyê û sekna li hember torora DAIŞ`ê li deverên din di nav de Afrîka, nîqaş bikin.”