Fehîme Hemo: Îtîlafa Sûrî bû alaveke ji bo pêkanîna berjewendiyên Tirkiyê

Endama Meclisa Serokatiya MSD`ê Fehîme Hemo diyar kir Îtîlafa Sûrî xwe weke nîştîmanî pênasedike, lê ne nîştîmanî ye. Îtîlafa Sûrî vegûheriye alaveke sîxurtiyê ya pêkanna berjewendiyên Tirkiyê.

Fehîme Hemo bang li tevahî aliyên muxalif kir ku civînekê li dar bixin, da ku çareyekê ji bo gelê Sûriyê bibînin û mafên wî misoger bikin.

Îtîlafa Sûrî li gorî berjewendiyên Tirkiyê tev digere û bû parêzvanê yekemîn a siyasetên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê.

Dewleta Tirk bi riya Îtîlafa Sûrî gelek deverên bakûrê Sûriyê dagirkir.

Hikumeta Şamê û dewleta Tirk îtîlafê ji bo pêkanîna berxwewendiyên xwe bikar tînin.

Mînak wê Lîbyayê, Qerebaxê be. û her dawî êrîşên li dijî Başûrê Kurdistanê pêk anî.

Li ser navê nûnerên gelê ‎Sûriyê ez israr dikim ku armanc û vîna me bi rêya diyalogan pêk bînin.,Ji ber ku diyalog rêya tekane ya çareserkirina ‎aloziya Sûrî ye.

Di dawiyê de ez bang li tevahî aliyên muxalif dikim ku civînekê li dar bixin, bi rêkên diyalogan çareyekê ji bo gelê Sûriyê bibînin.

Back to top button