Çeteyan 5 kes ji gundê xezawiyê yê bi ser navçeya şêrawa ya Efrînê revandin

Li Efrîna dagirkirî sûc û hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wê rojane bê navber dewam dikin.
Dagirkeran 5 kesên Êzidî ji gundê Xezawiyê ya bi ser navçeya Şêrawa revandin.
Her wiha dagirkeran 1500 darên zeytûnê yên li gundê Kokanê birîn û 2 mal desteser kirin û veguherandin wargehên leşkerî.

Li Efrîna dagirkirî, Dewleta Tirk û çeteyên wê sûc û hovîtiyên xwe bê navber berdewam dikin.

Li gorî malpera Afrîn Post, di 23 û 24’ê hezîranê de, çeteyên dagirkeriya Tirk li gundê Xezawiya yê bi ser Navçeya Şêrawa, 5 şêniyên Êzîdî bi hinceta ku berê bi Rêveberiya Xweser re kar dikirin, revandin.

Navên kesên ku hatine revandin wiha ne:

Omer Ziyad Omer Cemlo yê 22 salî.
Birayê wî Berkat Ziyad Cemlo yê 20 salî.
Fermend Deştî Omer Cemlo yê 24 salî.
Cemîl Mistefa Elî yê 28 salî.
Ehmed Hesen Yûsif yê 30 salî.

Çeteyan kesên girtin birin girtîgehekê li gundê Îska.

Kesên ku tên revandin, hemberî pereyan tên berdan.

Li gorî Malpera Afrîn Post çeteyan 5 kesên ku berê di demên cuda de bi hincêtên bêbingeh girtibûn, li hember pereyan hatin berdan.

Li gorî Navenda belgekiran Binpêkirinên li Bakurê Sûrî, ji destpêka meha hezîranê ve, 45 kes hatine revandin.

Çeteyan mala welatiyekî Efrînê ku berê desteser kiribûn firot

Li kêleka revandin û girtina şêniyan, desteserkirina malûmilkên şêniyên Efrînê yên resen jî didomin.

Herî dawî Çeteyekî Cebhet El-Şamiye mala weletiyê bi navê Osman Mihemed yê ji gundê Rûta yê bi ser Navçeya Mabata ku ev zêdetirî salekê ew û kurê xwe bi hinceta ku endamên QSD’Ê bûn di girtîgehên çeteyan de ne, desteser kir û firot.

Çeteyan 1500 darên zeytûnê li gundê Kokanê yê bi ser navçeya Mabata birîn

Li gundê Kokanê yê bi ser Navçeya Mabata jî, çeteyan hezar û 500 darên zeytûnê ên welatiyê bi navê Behcet Berekat birîn, her wiha 2 malên wî ku yek jê li heman gundî ye û yek jî li navenda Efrînê ye desteser kir û vegeuherandin wargehên leşkerî.

Back to top button