Li çolistana Humsê şer: 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin

Hêzên hikumeta Şamê di çarçoveya operasyona xwe li dijî DAIŞ’ê ku li çolistana Sûriyê despêkirî de, ketin xefika çeteyan.
Di encamê de, 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Ji duh ve agahî ji çend komên leşkerên hikumeta Şamê yên ku beşdarî operasyona li çolistana Humsê bûne nayê girtin.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyarkir ku 27 leşkerên hikuemtê çarenûsa wan ne diyar e.

Çavdêriya Sûriyê piştî çend seatan ragihand ku ev kom ketiye xefka çeteyên DAIŞ’ê.

Despêkê mayînên ku berê çeteyên DAIŞ’ê danîbûn bi wan de teqiyan.

Piştî wê yek ser çeteyan êrişî leşkerên hiumeta Şamê kirin.

Çavdêriyê da zanîn ku heta niha 16 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.

Balafirên şer yên Rusyayê jî di nava 3’ê rojên dawî de, nêzîka 50 caran êrişî cihên çeteyên DAIŞ’ê kirine.

Li gorî çavdêriyê ji destpêka 2024’an ve li çolistana Sûriyeyê de 420 kes hatine kuştin.

Ji wan 43 zarok, 348 leşkerên hikumeta Şamê û hêzên girêdayî wê û 29 çeteyên DAIŞ’ê ne.

Îsraîlê êrişî Sûriyê kir: 7 leşker hikumeta Şamê hatin kuştin

Back to top button