![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2020/07/DAIŞ-SURI.jpg)
DAIŞ`ê li Rojhilatê Dêrazorê êriş erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir.
Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku çeteyên DAIŞ`ê li rojhilatê Dêrazorê êriş erebeyeke leşkerî ya hêzên hikumeta Şamê kir.
Erebe ji aliyê herêma Miîzîle ber ber bajarokê Diwêr ê çolistana Bû Kemalê ya rojhilatê Dêrazorê ve dihat.
Di encamê de 4 leşkerên hikumeta Şamê hatin kuştin.
Girêdayî heman mijarê, hêzên hikumeta Şamê duh piştî nîvê şevê bi moşekan êriş hin deverên şaneyên DAIŞ`ê yên li çolistana Bû Kemalê kiriye.
Lê heta niha di derbarê ziyanê vê êrişê de ti agahî nehatine parvekirin.
Li çolistana Sûriyê çeteyên DAIŞ’ê hebûna xwe ya metirsîdar nîşan dide