![](https://ronahi.tv/wp-content/uploads/2024/06/ASYIS-DIZ-GIRTIN.jpg)
Li gundewarên Hêsekê Hêzên Taybet yên Asyişê 7 kes bi sûcên dizî û teşlîhê girtin.
Têkildarî mijarê navenda ragihandinê ya hêzên Asyişê daxuyaniyek da û got:
“Piştî giliyên welatiyan ku di navbera rêya bajarê Hesekê û bajarokê Holê de ji karê dizî û teşlîhê de çêdibin.
Hêzên me yekser dest bi xebat û komkirina agahiyan kir.
Piştî lêkolîna bi isbat, hêzên me yên taybet oprasiyonek li gundê Sirîn û Sebi’ Sikûrê, pêk anîn.
Di encamê de, 7 kes hatin girtin û gelek çek û cebelxane hate desteserkirin.
Navendê diyar kir ku di dema lêpirsînê de ew kes li xwe mikur hatin ku gelek karê dizî û teşlîhê kirine.
Navendê jî destnîşankir ku ew kesên sûcdsar tevî tiştên hatin desteserkirin ji dozgeriya giştî re hatin şandin.