Li Mekeyê ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî mirin

Di serdena hecê de ji ber nexweşî û germê herî kêm 577 hecî ku 323 ji wan Misrî bûn jiyana xwe ji dest dan.

Pileya germahiyê 52 nîşan dide.

Erebîsrtana Siûdî di nava yek ji demê xwe yê herî germ de ye.

Nêzî 2 mîlyon namzetên hecê ji bo rêûresmên hecê li Mekeyê ne.

Germahiya hewayê, heciyan pir diwestîn e.

Heta niha jimara namzetên hecê yên jiyana xwe ji dest dane derket 577’an.

Bêtirî 2 hezar kes jî di bin çavdêriya bijîşkan de ye.

Dîplomatên Ereb roja Sêşemê ji ajansa nûçeyan a Fransî France-Presse (AFP) re têkildarî nasnameya kesên jiyana xwe ji dest dayîn agahî parve kirin.

Li gorî vê, herî kêm 323 Misirî û 60 Urdunî ne.

Tê gotin piraniya van mirinan jî ji ber germahiyê ye.

Televîzyona dewletê ya Erebistana Siûdî ragihand ku germahî roja Duşemê di bin siya Mizgefta Mezin a Mekkeyê de derket 51,8 pileyî.

Hejmara welatiyên Tirkiyê yên di Hecê jiyana xwe ji dest dayîn jî derket 23’an.

Di çarçoveya merasima hecê de heciyên ku li Çiyayê Erefatê yê pîroz ku li Erebistana Siûdî wek Girê Merhmetê tê zanîn kom dibin, bi rêbazên wek stûnên rijandina avê hênik dibin.

Li gorî Navenda Meteorolojiyê ya Erebistana Siûdî, ji bo têkoşîna li hember germahiya zêde li Çiyayê Erefatê, qereqolên sarkirinê yên li Mîna û Mizgefta Mezin li ser û derdora rêyên ku diçin çiyê alîkariya heciyan kir ku hênik bibin.

Bang li heciyan hat kirin ku sîwan bi kar bînin û gelek av vexwin.

Back to top button