Çîgdem Dogu: Divê em bi rengê Zîlan giraniyê bidin pêngava Rêbertî

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogu destnîşan kir ku li ti devera dinyayê mînakeke weke tecrîda li Îmraliyê tune ye û got:”Îmralî rastiya AKP-MHP’ê jî nîşan dide, faşîzma wan nîşan dide.
Erka me ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bêhtir têkoşînê bikin.
Ew berpirsiyarî ye, erkek e, di heman demê de deynek e jî.”

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogu derbarê Şehîdên Meha Hezîranê û tecrîda li ser Rêber Apo, ji Medya Haber TV’ê re nirxandin kir.

Çîgdem Dogu di destpêka axaftina xwe de wiha got:

“Di nava dîroka me ya têkoşînê de, meha Hezîranê bi taybetî weke meha şehîdên fedayî yên jin pênase wergirt.

Bi taybetî jî çalakiya fedayî ya ku şehîd Zîlan di meha Hezîrana 96’an de li Dersimê pêk anî, bû rastiyeke welê ku di nava rastiya PKK’ê de xeta fedayîtî gihand lûtkeyê.”

Çigdem Dogu: Minaka tecrîda li Îmraliyê nîne

Çigdem Dogu di bernameyê de bi taybetî pergala tecrîdê ya li Îmraliyê nirxand û ev tişt anî ziman:

“Tecrîd li ber çavê herkesî ye, herkes dibîne û dibêje tecrîd heye.

Li ti devera dinyayê mînakeke weke tecrîda li Îmraliyê tune ye.

Lê bi ser de jî komploger, dewleta Tirk tecridê înkar dikin.

Îmralî di heman demê de rastiya AKP-MHP’ê jî nîşan dide, faşîzma wan nîşan dide.”

Çîgdem Dogu: Pêwîste em bi rûhê serkeftinê yê zîlan pêngavê mezin bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogu pêngava azadiyê ya cîhanê jî nirxand û got:

“Pêwîste em bi rûhê serkeftinê yê Zîlan pêngavê mezin bikin.

Em ji serkeftinê re xwe kîlît bikin, ji bo wê bixebitin û têbikoşin.

Lazime herkes azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibîne û bi vî rûhî têbikoşe.

Dema ew bê kirin wê bi xwe re teqez serkeftinê jî bîne.”

Çîgdem Dogu: Erka me ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bêhtir têkoşînê bikin

Endama Koordînasyona KJK’ê Çîgdem Dogu bang jinan kir ku çalakî û têkoşîna xwe xurttir bikin û wiha bi dawî kir:

“Divê em van çalakiyan bi perspektîfa jinê hîn zêdetir pêş bixin û belav bikin.

Ji ber ku xeta Rêbertiyê bi rastî jî ji bo jinan hawîrdoreke mezin a azadiyê afirand û nirxên mezin ên azadiyê pêş xist.

Bê guman erka me ye ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêbertî hîn bêhtir têkoşînê bikin.

Ew berpirsiyarî ye, erkek e, di heman demê de deynek e jî.”

Back to top button