Bi berhemên xwecihî re bazar geş dibin

Berhemên xwemalî barê welatiyan sivik dike.
Cotkarên herêmê jî balê dikişînin li ser vê yekê û dibêjin niha bi daketina berhemên herêmê re bazar geş bûye.

Çiqas westandin di danî û hilanîna berhemên xwecihî de hebe jî, lê xwarina wê cûda ye.

Ji ber ku axa gundewarên herêmê ji bo çandiniyê berhemdar e.

Cotkar Sadiq El Turkan ji Mezraya Kesra Efnan a kantona Reqayê ye.

Sadiq bi sala ye vî karî bi heskirin dike.

Cotkar Sadiq diyarkir ku cotkarên kantonê berhemên xwe karîn buhayên gelek sebzeyan daxin û wiha got:

Niha li bajarê her tişt tê peyda kirin, weke bacan û îsotan.

Ev berhem hemû bi nirxekî kêm daketine bazarê.

Erê raste destpêkê nirxê wan buhabûm lê niha ne wiha ye.

Mînak kîloya xiyaran niha bi 4 hezaran e lê destpêka ku dakete bazarê bi 10 hezaran bû.

Sadiq anî ziman ku îsal germahî zêde bû û zirar li hin sebzeyan bû, lê berhem hîna baş e.

Cotkar diweste lewma lazime piştgirî jê re were dayîn.

Ji ber niha gelek kes hene nikarin kîloyek xiyar bikirin.

Çiqasî piştevaniya cotkaran were kirin, wê li bazarên herêmê jî berhemên xwemalî ewqasî zêdetir be.

Her wiha di heman demê de rewşa bajarê me dihêle ku piştgiriya cotkar ji sedî 100 bê kirin.

Berhemên herêmî buhayê li bazarê erzan dike

Piştî ku sebzeyên havînê derbasî sûkên kantona Reqayê bûne, buhayê yê mayî jî daxistiye.

Rojane zêdetirî 45 ton fireng, 25 ton xiyar û miqdareke din a kartolan dadikevin sûkê.

Her wiha bacanên reş jî êdî bi 5 hezarî tên firotin, lê berê 20 hezar bû.

Berhemên van zeviyan dadikevin sûka sebzeyan ya bajarê Reqa yê.

Salane 100 hektar zevî bi berhemên havînî tên çandin

Bazirganê bi navê Îsmaîl El Şewax ê ji kantona Reqayê ragihand ku beriya 20 rojan, sebzeyên beledî li sûkê tune bûn.
Beriya niha bi demekê barhemên havînê li vir nebû hemû ji Bab û Minbic ji derve jî ji me re dihat.

Nirxê hilanîna û danîna berheman her wiha heqê veguhetina wan hemû ji bo nirxê sebzeyan neyînîbû.

Heger kîloya xiyar li wir bi 5 hezar derkeve heta ku bighêje vir wê bibe 7 û 8 hezar.

Salane zêdetirî 100 hektar zevî bi bacanên sor, kartol, pîvaz, bacanên reş, îsot, fesûlî, qawîn û zebeş tê çandin.

Her wiha cotkaran bang kir ku piştgiriya ku ji wan re tê dayîn, were zêdekirin.

Hêjayî bi bîrxistinê ye ku Desteya Çandinî û Avdanê ya kantonê, bi rêjeya ji sedî 3 piştgiriya cotkaran dike.

Back to top button