Di êrîşên Îsraîlê ya li ser Xezayê de 14 kes mirin

Li gor nûçeya ajansa fermî ya Filistînê WAFA’yê, balafirên şer ên Îsraîlê maleke li Kampa Penaberan a Nuseyratê ya li navenda Şerîda Xezayê kir hedef.
Di êrîşê de 2 Filistînî mirin û 12 kes jî birîndar bûn.

Di êrîşên bi topan ên dijwar ên artêşa Îsraîlê yên li dijî kampên penaberan ên Bureyc û Megazî de gelek kes birîndar bûn.

Di êrîşa balefirên şer ên Îsraîlê yên li ser navçeya Ez-Zeytûn a li başûrê rojhilatê bajarê Xezayê de herî kêm 8 Filistînî jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya li Xezayê ragihand ku hejmara miriyan gihiştiye 37 hezar 431 kesan.

Li Şerîda Xezayê 152 rojnamevan hatin kuştin

Li aliyê din di daxuyaniya nivîskî ya Buroya Çapemeniyê ya Hikûmetê de hat destnîşankirin ku di êrîşa artêşa Îsraîlê de rojnamegerekî din jiyana xwe ji dest daye.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hejmara rojnamegerên ku di destpêka şerê li Şerîda Xezayê hatine kuştin gihişt 152’yan.

Şerê Îsraîl-Hemas: 258 Roj

Back to top button