Ukrayna girtiyan dişîne leşkeriyê

Artêşa Ukraynayê li hember êrîşên Rûsyayê ya berdewam dest bi leşkerkirina girtiyan kir da ku leşkerên nû ji bo hêzên xwe yên çekdar peyda bike.
Heta niha nêzî 3 hezar girtî serlêdana vê biryarê kirine.

Ukrayna di peydakirina leşkeran de zehmetiyan dikişîne.

Ukrayna ku nifûsa wê li gorî 144 mîlyon Rûsyayê ji 38 mîlyonî kêmtir e, li eniya şer derbên giran dixwe û her ku diçe hejmara kesên rizgar dibin kêm dibe.

Her çend di biryara nû de bi sedan leşkerên din werin seferberkirin jî, dibe ku ev pêvajo bi mehan bidome.

Heta niha nêzî 3 hezar girtî serlêdana vê biryarê kirine.

Girtiyan dema ku şer bi dawî bibe, bi şertê ku heta dawiya wextê lihevkirî erka xwe ya leşkerî pêk bînin, wê mafê serbestberdana bi şert bê dayîn.

Bombebarana Rûsyayê zêde dibe

Ji aliyê din ve Rûsyayê salek derbas bû ku Baxmut, ku cara yekem bombe lê hatin bikar anîn, hilweşand. Li Avdiivkayê bi mehan wêrankirin.

Lêbelê, li gorî dîmenên analîzkirî ku kavilên her du bajaran nîşan didin, tenê çend hefte bes bûn ku heman tişt li herêmên Vovçansk û Çasîv Yar were kirin.

Serokdewletê Ukraynayê Volodymyr Zelensky di daxuyaniya xwe ya hefteya borî de got:

“Awantajiya stratejîk a herî mezin a Rûsyayê li hemberî Ûkraynayê, avantaja wê ya li hewayî ye.

Ev terora fuze û bombeyî ye ku alîkariya leşkerên Rûsyayê dike ku li bejahiyê pêşve biçin.”

Zelensky: Ukrayna dikare Rûsyayê têk bibe

Her wiha tevî êrîşên berdewam ên Rûsyayê û pirsgirêkên li pêşberî artêşa wê, Vlodomîr Zelensky doh diyar kir ku Ukrayna “niha têra xwe bi hêz e ku armancên mêtinger ên Rûsyayê têk bibe.

Zelenskiy di axaftina xwe de diyar kir ku serkeftina şerê li dijî Rûsyayê dê aştî û ewlehiyê vegerîne hemû Ewropayê.

Zelenskiy her wiha spasiya Romanyayê kir ji ber biryara şandina pergala Patriot a Amerîkayê.

Vlodomîr Zelenskiy anî ziman ku tîma wî kar dike da ku çend patrîodên din werin radestkirin.

NY: Şerê li Ukraynayê bandorê li derveyî sînorê wê dike

Back to top button