Îro salvegera qirkirina Ermenan ya 104’emîn e.
Bi vê boneyê îro Tabûra Ermenan a Nûbar Ozan-yan hate avakirin.
Her wiha Meclîsa Ermendiyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî bi haman armancê daxuyaniyek da.
Împaratoriya Osmanî di sala 1915’an de li ser gelê Ermen qirkirin pêk anî.
Di qirkirinê de nêzî Milyon û nivek Ermen hatin kuştin.
Di salvegera 104’emîn a Qirkirina Ermenan de Tabûra Ermenan a Nûbar Ozan-yan hate avakirin.
Tabûrê têkildarî qirkirinê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin,
Me jî ji bo parastina gelê Ermen û gelên Rojava tabûreke mutewazî ava kir.
24’ê Nîsanê ne bi tenê roja bibîranîna qirkirinê ye.
Me xwest li hemberî nûnerên îro yên Îttîhat Terakî em rojeke serhildan û berxwedanê bidin destpêkirin.
104. SALVEGERA KOMKUJIYA ERMENAN
MECLISA ERMENIYAN A BAKUR Û ROJHILATÊ SÛRÎ DAXUYANIYEK DA
Bi heman armancê meclîsa Ermen a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku rêxistina xwe nû bi navê “Em hîn Eremenî ne” ava kirine, daxuyaniyek da.
Daxuyanî li ber Kenîseya Meryem El-Ezrai a li taxa Nasra ya Hesekê hat dayîn.
Di daxuyaniyê de qurbaniyên komkujiyê hatin bibîranîn.
Her wiha ji civaka navdewletî hate xwestin ku roja 24’ê Nîsanê wekî roja komkujî û qirkirina Ermenan were naskirin.
Piştî xwendina daxuyaniyê ciwanên Ermen derbarê komkujiyê de belevok li taxa Nasra ya Hesekê belav kirin.