Îro li Amedê û dîsa li ser fermana hikûmeta faşîst a Erdogan polîsan bi ser malên nûnerên gelê Kurd de girtin û ew kirin binçavan.
Xelkê Amedê vê sibê careke din bi operasyonên qirkirina siyasî dest bi roja xwe kir.
Li hemberî siyasetvan, sendîkavan û dayikên aştiyê operasyon pêk hat.
Polîsên rêjîma Tirk hemwext bi ser gelek malan de girtin û 14 kes kirin binçavan.
Di nava wan de,
Rêveberên HDP’ê, Partiya Herêman a Demokratîk, Dayikên Aştiyê, Alîkarê Serokê Giştî yê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê Bayram Bozyel û nûnerên sendîka û saziyên civakî hene.
Li Zanîngeha Elezîzê jî beriya 2 rojan erkdarê Fakulteya Aborî û Zanyarên Îdarî Hifzullah Kutum ji ber vê parvekirinê “Şoreşa Îlonê li hemû Kurdan pîroz be û Bijî Kurdistan”, ji erk hat girtin.
Paşê ji ber heman parvekirinê bi biryara dadgeha Tirk hat girtin.