Rûspiyê eşîra Elbû Xemîs a Ereb Şêx Elî El-Xemîsî bang li eşîrên Ereb kir ku li hemberî êrişên Tirkiyê hevgirtî bin.
Şêx Elî El-Xemîsî diyar kir ku armanca dewleta Tirk, têkbirina armaî û ewlehiya li herêmê ye û ev tişt anî ziman:
”Ereban jî ziyan ji êrişên Tirkiyê dîtin, ji bo wê jî divê em têkoşînê mezin bikin û li hemberî planên wê bisekinin.”
El-Xemîsî behsa êrişên li dijî gerîla jî kir û da zanîn ku êrişên Tirkiyê binkeftina wê ya hundirîn nîşan dida.
Herî dawî şêx Elî El-Xemîsî bang li eşîrên Ereb kir ku ji bo têkbirina dewleta Tirk a dagirker yekitiya xwe ava bikin.