Ciwanên Kurd û dostên wan li Ewropayê li dijî tecrîdê bi dirûşma ‘Bi ruhê Apoyî ber bi rêwîtiya azadiyê ve’ meşek dane destpêkirin, meş di roja 3’an de didome.
Meşa Dirêj a ‘Rêwîtiya Azadiyê’ ku bi beşdariya zêdeyî 200 ciwanên Kurdistanî û enternasyonalîst ên ji 40 welatên Ewropayê destpê kir, du roj li pey xwe hişt.
Ciwanan bi rakirina wêneyên Rêberê Ocalan û pankartan, bi belavkirina belavokan balkişandin li ser tecrîda li dijî Rêber Apo.
Ciwanan roja duyemîn a çalakiyê li bajarê Essenê yê Almanyayê bi dawî kir.
Danê êvarê jî li Navenda Civaka Demokratîk a Kurd li hev kom bûn û li ser rewşa Rêber Apo nîqaş kirin.
Roja 3’yemîn a rêwîtiyê wê ji stasyona trenê ya Oberhaûsenê destpê bike û heta Dûîsbûrgê dewam bike.
Li Almanya bi sedan ciwanan ji bo Rêber Apo dest meşa azadiyê kirin