Balafireke bêmirov a xwekuj a dewleta Tirk a dagirker li Til Rifetê navendeke hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.
Îro jî dagirkeriya Tirk bi balafirên bê mirov li dijî bakur û rojhilatê Sûriyê êriş pêk anîn.
Li gorî agahiyên nûçegihanê me, balafireke bêmirov a xwekuj ya dewleta Tirk a dagirker li girê navçeya Til Rifetê ya li Şehbayê navendeke hêzên hikumeta Şamê bombebaran kir.
Lê derbarê encamên êrişê de agahiyên zelal ne-hatine parvekirin.