Dagirkeriya Tirkiyê sûcên xwe yên li dijî sivîlan didomîne
Balafirên dagirkriya tirkiyê doh li amûdê erebeyek sivîlan kir armanc û di encam de 3 welatî birîndar bûn.
Doh êvarê dewleta Tirk a dagirker bi balafirên bi çek dema ku malbetek bi seyareya xwe ji gundê Çolê a girêdeyî bajarê Amûdê ber bi navenda bajarê ve diçû bombebaran kir.
Di encama êrîşa dewleta Tirk a dagirker de welatiyên bi navê Munir Ebed Faris, Ciwan Sileyman Mihemed û Ronak Silêman Mihemed birîndar bûn.
Birîndar ji aliyên şêniyên herêmê ve ji bo nexweşxaneya Qamişlo hatin veguhestin.
Ji birîndara rewşa yekî pir giran e.



