Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê yên Hêzên Asayîşê 14 kesên li Minbicê dizî û neşalî dikirin, girtin.
Navenda Ragihandinê ya Hêzên Asayîşê a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li ser malpera xwe ya fermî bi daxuyaniyekê aşkera kir ku 14 kesên dizî û neşalî li kantona Minbicê dikirin, hatin girtin.
Li gorî navendê, piştî xelkê Minbicê agahî da wan ku kiryarên dizî û neşaliyê tên kirin, tîmên girêdayî Hêzên Têkoşîna Dijî Sûcê dest bi komkirina delîl û agahiyan kir û taxên bajêr şopandin.
Hêzan gihaştin komeke ku van kiryaran dikin.
Piştî cihên ferdên torê ku ji 14 kesan e hatin diyarkirin, hêzan kemîn vegirtin û bi ser wan de girtin.
Di encamê de ew kes hatin girtin û di destê wan de çek, motorsiklêt, hişbir, pere û telefon hatin dîtin û desteserkirin.
Di lêpirsînê de ferdên torê li xwe mikur hatin ku wan dizî û neşalî kirine, ew û tiştên hatine desteserkirin ji dozgeriyê re hatin rakirin û tedbîrên xwe yên qanûnî temam bikin.



