Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê şerê qirkirinê li Rojava dimeşînin û divê desthilata Sûriyê ya nû jî gel nexabîne û dibêje:”Yekîtiya Kurdan dikare di dîzaynkirina herêmê de bi roleke bi bandor rabe”.
Têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û hewldanên pêkanîna yekîtiya neteweyî ya Kurdan, Hevseroka Konseya Rêveber a KCK’ê Besê Hozat nirxandin kir.
Besê Hozat got, di şexsê Bavê Teyar, Menîce Haco Heyder de şehîdên Qereqozax û Tişrînê hemûyan bi hurmet, hezkirin û minet bi bîr tînim.
Besê Hozat da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker niha li her derê li dijî Kurdan li dijî gelên herêmê şerekî cidî dimeşîne û wiha anî ziman:
“Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şerê qirkirin û dagirkeriyê dewam dike. Çeteyên ku dewleta Tirk bi rêxistin kiriye bermahiyên DAÎŞ’ê ne. QSD’ê, YPG’ê, YPJ’ê berxwedaneke gelekî bi heybet nîşandan. Vê berxwedanê êrîş şikand. Çete niha tarûmar bûne. Îradeya şerkirinê ya çeteyan nemaye.”
Besê Hozat: Berxwedana Kobanê bi destê QSD’ê û gel li bendava Tişrîn û qereqozax didome
Besê Hozat diyar kir ku berxwedana Kobanê berxwedaneke mirovahiyê bû û dibêje:
Ruhê Kobanê, ruhê berxwedanê yê gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwedî kir, mezin kir.
“Ruhê berxwedanan Kobanê niha li Qereqozaxê û bendava Tişrînê didome. Gelê me bi ruhê Kobanê li ber xwe dide. Li Bendava Tişrîn û Qereqozaxê berxwedaneke xurt hate nîşandan. Bi deh hezaran mirov ber bi Tişrînê ve herikîn. Li gel berxwedana QSD, YPG û YPJ’ê cih girtin.
Besê Hozat: Em amade ne bi her awayî tevkariyê li yekîtiya neteweyî bikin
Di dawiyê de Besê Hozat anî ziman ku di nava şert û mercên şerê cîhanê yê 3’yemîn de ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn diqewime, yekîtiya neteweyî ya Kurdan careke din kete rojevê û got:
“Eger yekîtiya Kurdan pêk were, dikarin di dîzaynkirina herêmê de bi roleke bi bandor rabin. Em jî piştgiriyê didin van hewldanan. Li Rojava hewldanên bi vî rengî hene, ev hewldan jî gelekî hêja ne. Em jî amade ne ku bi her awayî tevkariyê li yekîtiya neteweyî bikin. “



