Balafirine nenas gelek deverên komên Îranê yên li Sûriyê li nêzî sînorê Îraqê kirin armanc û 8 çekdarên Heşda Şebî kuştin.
Çavdêriya Sûrî ya Mafên Mirovan ragihand ku duh nîvê şevê balafirine nenas embarên cebilxaneyên Îranê li herêma el-Bû Kemalê ya Dêra Zorê kirin armanc û herî kêm 8 çekdarên Hêzên Heşda Şebî ya Îraqî hatin kuştin.
Li gorî Çavdêriyê, ev balafir li bajarokê el-Celaa û gundê el-Ebas ên li gundewarê el-Bû Kemal a Dêra Zorê xistin.
Berî bomebaranê, Çavdêriyê diyar kiribû ku balafirên nenas di ser navendên komên Îranê re diçin û tên.